Print this page

Balafireke Rûsî li nêzî Himsê hat ruxandin

5:12:07 PM

RojavaNews: Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê, îro Sêşemê, ragihand ku, balafireke wê li nêzî bajarê Himsê, rûxiya û herdu pîlotên wê hatine kuştin, lê ew ne bi êrîşekê hate rûxandin.

Di daxuyaniya xwe de, wezareta Rûsiyê  diyar kir ku, balafir nehatiye armanckirin, û herdu pîlotên wê hatine kuştin û termên wan bo bingeha leşkerî Himêmîm hatine veguheztin.

Hêjayî gotinê ye ku, ew balafir bi navê "Nîçirvana Şevê" dihate nasîn, û ew balafira Rûsî ya 3mîn e ku hatiye rûxandin, ya yekemîn li herêma Stavropul di sala 2011an de li bakurê Rûsyayê hate rûxandin, ew jî bi sedema zirareke teknîkî bû, û ya duyemîn li navêya Ryazan di sala 2015an de, û di her sê caran de pîlotên wan balafiran hatin kuştin.