6:42:13 PM
RojavaNews: Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê tekez kir, ku êrîşên rêjîma Sûriyê li ser bajarê Helebê binpêkirineke ji agirbestê re , û tekez kir ku rêkeftin wê wateya xwe ji dest bide , eger rêjîm berdewambê di kuştinê de li Sûriyê.
Herwiha Opozisyonê got ku Rêjîma Sûriyê dixwaze bi piştevaniya Rûsiyayê û Îranê, bi hemû tawanan xwestekê xwe bi cih bîne.
Herwiha Opozisyonê daxwaz ji Civaka Navdewletî kir , ku fişarê li ser rêjîma Sûriyê û Hevalbendê wê bike, ji bo ferzkirina çareseriyeke Siyasî li gor biryara Encûmena Ewlehiyê .