Print this page

Serokê berê yê Dijbereya Sûriyê: Me û Rûsya li hev kir

Rojava News: Serokê berê yê Îtîlafa Dijbereya Sûriyê, Şêx Meaz El Xetîb got armanca serdana wî ji bo Moskowa ew bû ku careke din dosye Sûriyê bîne ser mase.

Serokê berê yê Îtîlafa Dijbereya Sûriyê, Şêx Meaz El Xetî dibêje;  armanca serdana wî ji bo Mosko ew bû ku careke din dosyeya Sûriyê bîne ser maseyê û di rojevê de bihêle.

El Xetîb got, wî û rayedarên Rûs li ser gelek pirsa li hev kirin.

Yek ji wan pirsên sereke ku li ser li hev kirine, ew e ku dezgehên hikûmetê xerab nebin, Sûriyê neyê perçekirin, şerê terorîzm û taîfiyetê were kirin.

Serokê berê yê Itîlafê tekez li ser wê yekê kir, ku şexsê Beşar Esed ji Rûsya re ne girîng e, pişrsgirêk niha ew e dê çawa were dîtin ku Esed ji destehilatê bi dûrkeve, ev jî jî bi riya goftûgoyan dikare were çareserkirin.