5:48:31 PM
RojavaNews: Nûnera Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Samansa Bawer, dilgiraniya Waşintonê der barê ragihandina rêjîma Esed ,ku ew êrîşê bibe ser bajarê Helebê anî ziman, û Bawer hişyarî da ku ev gurkirina ji aliyê rêjîma Esed ve, gefan li danûstandinên Cinêvê dike.
Û Bawer daxwaz ji Rûsiya û dewletên bandora wan li ser Rêjîmê heye kir, ku pêwîst e pabendî bi rêkeftina "Rawestandina Karê Dijminkarî" li Sûriyê bê kirin.
Herwiha Ferensa jî hişyarî da, û got ku êrîşên hêzên rêjîma Esed li ser Helebê û Xûta Rojhilat ya Şamê, gef in li ser Agirbesta li Sûriyê û danûstandinên Cinêvê .
Berdevkê wezareta karûbarê derve ya Ferensayê, Roman Nadal, di kongirekî rojnamevanî de , doh sêşembê, dilgiraniya xwe der barê vegera karên tundûtûjiyê careke din li Sûriyê anî ziman.