Print this page

Nişteciyê Helebê ji bajêr direvin!

Rojava News: Bi sedema rewşa xirab bi dehan hezaran welatî ji bajarê Heleba Sûriyê koçber bûne.

Li gorî zanyariyên xwecihî, di 48 demjimêrên bûrî de, bi dehan hezaran welatî ji Helebê koçber bûn û di heftiya bûrî de jî bêhtir ji 200 çekdarî hatine kuştin.

Rêxistina navdewletî ya Human Rights Watch ragihand bi sedema rewşa şer û pevçûnan, nêzî 30 hezar kes di 48 demjimêrên bûrî de, ji Helebê koçber bûn.

Rêxistina navdewletî nîşan bi wê yekê da ku bi sedema DAIŞê jî 60 hezar kes ji kampên derdora Ezazê reviyane kampine din, lê Tirkiyê jî sînor li ber wan girtine û daxwaz ji Tirkiyê kir ku sînoran li ber van koçberan veke.

Ji alyiyê ve Rêxistina Bijîşkên Bêsînor di daxuyaniyekê de ragihand, tenê 5 nexweşxane li wê navçeyê kar dikin.

Şer û pevçûn li bakur û başûrê di navbera hemû aliyan de berdewam in. Ji aliyekî ve hêzên Artêşa Sûrî û ji aliyekî din ve Cebhetul Nusre, DAIŞ û hêzên opozisyonê.