11:34:58
Rojava News: Dijbereya Sûriyê di gotûbêjên Cenevreyê de ragehand, ew piroseya NY (Netewên Yekbûyî) ya qonaxên veguherînê li Sûriyê red dike.
Li gor ajansa AFPê ku ji çawkaniyeke dijbereya Sûriyê daxuyanî wergirtiye; dijbereya Sûriyê piroseya NY ya qanaxa veguherînê li Sûriyê red kiriye.
Çavkaniya ji opozîsyona Sûriyê ku navê wî nehatiye aşkera kirin, amaje bi vê kiriye ku, ew red kirina piroseya NY ya qonaxa veguherîna Sûriyê ji nûnerê NY yê taybet Sûriyê Steffan De Mistura re ragehandine.
Li gor piroseya wan, Beşar Esad di dema qonaxa veguherînê de dimîne û di vê derbarê de çavkaniyek ji opozîsyona Sûriyê tekez kir ku, ew bi tu awayekî gotûbêjê li ser mana Esed a li desthilatê nakin.