Print this page

Çekdarên opozisyonê 3 gund li gundewarê bakurê Laziqyê Kontrol kirin

4:39:25 PM

RojavaNews: Îro roja Duşemê çekdarên Opozisyonê  gundê Mazglî yê nêzîkî bajarokê Kinisbê li çiyayê Kurmênc  kontrol kirin.

Herwiha çekdarên Opozisyonê herdu gundên Nihşba û Reşa ji nûve kontrol kirin ,  piştî şerupevçûnên tund bi hêzên rêjîmê re.

Herwiha şerupevçûn di navbera çekdarên opozisyonê û hêzên rêjîm de li çiyayê kurmênc û Tirkuman berdewamin.