6:31:50 PM
RojavaNews: Desteya bilind ya danustandinên Opozisyona Sûriyê ragehand ku ewê beşdarbuna xwe di gera sisyan ya danustandinên Cinêvê de rawestînin .
Desteya bilind ya danustandinên Opozisîna Sûriyê piştî ku îro civîna xwe li gel şanderê navdewletî jibo Sûriyê Stîvan Dîmistora bidawîyê anî, ragehand ku ewan daxwaz ji Dîmistora kirine ku danustandinên Cinêvê bên rawestandin , jiber ku rêjîma Esed ta niha pabend nebu bi biryarên nav dewletê di derbarîy rewşa Sûriyê de , û bi taybetî di derbarê rakirina durpêçkirinê û berdana girtiyan ji girtîgehên rjêma Esed.
Hêjayî gutinê ye ku şanda rêjîma Esed bi serokatiya Beşar alc'ferî îro gehşit Cinêvê ta ku dest bi danustandnan bike ,piştî ku di demê ektîvkirana danustandnan di 13 vê mehê de amadenebû bi behaneya ku hilbjatnên perlemanê li Sûriyê bi rêve diçin.