Print this page

Itîlafa Dijbereya Sûriyê êrîşa li ser Qamişlo şermezarkir!

11:16:00

 

Rojava News: Itîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê êrîşa rejîma Sûriyê li ser bajarê Qamişlo ji aliyê rejîma Sûriyê şermezarkir, daxwaz ji hemû pêkhateyên wî bajarî kir ku, rê li ber hawlên rejîmê bo têkbirina pêkvejiyana wan bigre.

Derbarê vê babetê Itîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê beyanemeyek belav kir, tê de ew êrîşên li ser bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku, tê de bi dehan welatî şehîdbûn û birîndarbûn,şermezarkir.

Di daxuyaniya Itîlafa opozîsyona Sûriyê de daxwaz ji welatiyên deverê yên hemû pêkhate, ,netew û ol, hate kirin ku, rê li pêşiya hawildanên rejîmê bigrin ku, pirsgirêkan di navbera wan de çêke, herwiha pêkvejiyana wan û biratiya wan bi wan lîstikên xwe têkbide.

Berî 3ê rojan şerûpevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Sûriyê li bajarê Qamişlo destpê kiribû, di encamde bi dehan welatiyên sivîl canê xwe ji destdabûn û birîndarbûbû, duh, danê êvarî agirbest di navbera her du aliyan de hate ragehandin