Print this page

Yekîtiya Oropî Rola Esed di Sûriyê de qebûl nake

4:32:49 PM

RojavaNews: Nûnera Yekîtiya Oropî ya Karûbarên Derve û Ewlekariyê, Fîdrîka Mogîrnî, tekez kir ku Yekîtiya Oropî rola Esed yê ku gelê Sûriyê dikuje qebûl nake, û Yekîtiya Oropî giringiyê dide piroseya veguhestina desthilatê, bêyî Dewlet biherife.

Û Mogrînî di axaftineke xwe de ji radyoya"France Enter" re, doh sêşembê, wek bersivê der barê asoyên  biroja siyasî ya Beşar Esed got: "cihê pirsa derbarê pejirandina rola diktatorekî ku gelê xwe dikuje tune ye".

Herwiha Mogrînî got:"pirsgirêk ne tenê di çarenûsa diktatorekî de ye", " pirs ew e çawa wê veguhestina siyasî destpê bibe, çawa emê hewl bidin rêveberiya welat û destûr û rêjîma desthilat biguherin, di heman dema ku em Dewletê saxlem bihêlin, ji ber ku metirsî heye ku Dewlet biherife".

Û Hevrêzkarê Karûbarên Hewarçûna Awarte Di Netewên Yekbûyî de , Stîvan Obrayn rewşa Dareya, ya ku hêzên Esed wê dorpêç dikin û xwarin û derman lê pir kêm bûne pir kambax e".

Ev daxuyaniyên wî doh roja sêşemê hatin dan, di kongirekî rojnamevanî de li Cinêvê, piştî hefteyekê ji karekî nirxandinê yê ku netewên Yekbûyî pê rabibû.