Print this page

Opozîsyon:NY dema danûstandinan destnîşan dike

4:39:36 PM

RojavaNews: Endamê Desteya Bilind a Opozîsyona Sûriyê yê Danûstandinên Cenêvê Coric Sebra ragehand ku, biryara destnîşankirina dema bê ya danûstandinan di destê Neteweyên Yekbûyî de ye.

Derbarê beşdariya wan jî di danûstandinên bê de Sebra got ku, heta ku daxwazên wan ji aliyê rejîma Sûriyê ve neyên cîbecîkirin danûstandinan nakin.

Tê zanîn ku, şande Opozîsyona Sûriyê ji ber berdewamiya êrîşên rejîma Sûriyê li ser sivîlan, xwe di danûstandinan vekişand.