Print this page

Jetên Rusî li Helebê dan: 30 mirî 62 birîndar!

12:21:39

 

Rojava News: Balafira bi ser artêşa Rusyayê li Helebê îro êrîş bire ser nexweşxaneyeke sehrayê, tevî karmendê tendurîstî 30 kes mirin 62 kes birîndar bûn.

Balafirên şer yê Rûsî  li taxa Sûkeriyê bajarê Helebê bi ser nexweşxaneya Kudûsê ku dikevê deverên di bin kontrola hêzên dijbereya Sûriyê de bombarane ke giran kirin.

Di encama bombebaranê de di navde ji zarok û karmendê tendurîstî jî hene bi giştî ta niha 30 kes mirin 62 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn xelkê deverê hewl didin da karibin birîndara ji bin kavilê nexweşxanê derbixin.

Hat zanîn grubê firyakirinê ku xwestîn mudaxaleyâ deverê bikin rastî êrîşê balafirên Rûsî hatine.

Li gor nuçeya Daily Mail; di bombebarana nexweşxanê de pizişkê zaroka yê bi navê Dr. Wassîm jî jiyana xwe ji dest da.

Ji ber êrîşên ku eva dû rojin li ser deverê têne kirin tê payinkirin ku hêjmara kuştî û birîndaran zêdetir bibin..