6:43:59 PM
RojavaNews: Hevpeymaniya Niştimanî ya Opoziyona Sûriyê, tekez kir ku ew çi destêwerdan û fermanên derve di çarenivîs û paşeroja Sûriyê û danîna destûra wê de red dike.
Hevpeymaniya Niştimanî di daxuyaniyekê de îro şemiyê ragihand ku viyana miletê Sûrî ya azad ewê bête nûnerîkirin, bi kongirekî niştimanî yê giştî ,ku ji aliyekî rewa ve bê hilbijartin, û ew ê kar ji bo komîteke taybetmend ya hilbijartî bispêre, ku karûbarê wê amadekirina reşbeleka destûrê be, ew destûra wê yasayên bingehîn ji şêweyê dewletê û rêjîma desthilatdar û şêweyê desthilatê û karê desthilatên dadgehî, rewadan û cîbicîkirinê destnîşan bike, û di pey re wê bidin rapirsîna milet da li gora mercên yasayî bête biryardan.
Hevpeymaniya Niştimanî tekez kir ku Şoreşa Azadî û Rûmetê çêbûna dewleteke yasa, dad û hevwelatîbûnê armanc dike, û ji bo evê yekê di beraberiya Rêjîma Esed ya zordar de gelek Qurbanî danîne, da ji bo zordariya desthilatdariya yekpartî û dezgehên wê yên Ewlekariyê ya ku mafê miletê Sûriyê binpê kir birûxînin.