Print this page

Tirkiyê kargeheke bombeyan ya DAIŞê bombebaran kir

4:23:01 PM

RojavaNews: Balefrên Tirkiyê kargeheke bumbeyan tê gumankrin ku ya rêxistna terorîst ya DAIŞê be li nav xaka Sûriyê bombebaran kir .

Ew bombebarana Tirkiyê hat piştî ku çend mûşek ji nav xaka Sûriyê ji aliyê heman rêxistnê hatin avêtin li ser deverên Tirkiyê, ku wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd çawîş oxlo gotbû, ku waşintun wê sîstemeke veguhêz ji berankirina moşekan re wê veguhêze, nêzîkî sînorê Tirkiyê bi Sûriyê re ji bo armanckirina DAIŞê li wê deverê .

Tê zanîn ku welatiyên Tirkiyê li bajarê kilisê yê yê nêzîkî sînor Tirkiyê ,ku bi topên Tirkiyê ji nav xaka Sûriyê hatbû armancikirin bi xwepêşindan rabibûn ji bo Tirkiyê wan biparêze ji topên ku ji aliyê Sûriyê li bajarê wan dikevin .