12:58:41
Rojava News: Li paytexta Sûriyê bajarê Şamê, agirbestê din di navbera "Ceyşul Îslam" û "Feyleq Elrehman" de pêk hat.
Piştî şer û pevçûnên çend rojan di navbera "Ceyşul Îslam" û "Feyleq Elrehman" de, herdu aliyan li ser agirbestê di navbera xwe de lihev kirin.
Li gorî ragihandina rawêjkarê yasayî yê Artêşa Azad Usama Ebûzêd: Ev şer û pevçûn di berjewendiya rejîmê û Cebhetul Nusre de ye.
Hevdem Artêşa Sûrî jî ragihand ku agirbest, di navbera wan û hêzên dijbereyê de, li derdora Şamê, 48 demjimêrên din dirêj dike.
Ji aliyê xwe ve Artêşa Azad ev gav weke xapandinekê binav kir, ku mebesta rejîmê pêkanîna êrişên ser Xûteya Rojhilat e. Xûteya Rojhilat jî di destê Ceyşul Îslamê de ye.
Berpirsê Navenda Rûsî ya Hevahengiya Agirbestê li Sûriyê, General Sergî Koralînko got: "Agirbest li Xûteya Rojhilat wê heta 3yê vê Gulanê dirêj bike."
Lê rawêjkarê yasayî yê Artêşa Azad Usama Ebûzêd got: "Dirêjkirina demên agirbestan dan bi dan, tenê ji bo ku rejîm sûdê li hin deverên din jê bike."