Print this page

Emerîka dîsa deverên aram li Sûriyê red dike

3:54:35 PM

RojavaNews: Koşka Sipî ya Emerîkî îro Sêşemê ragihand ku, Emerîka mijara çêkirina devereke aram li bakurê Sûriyê napejirîne, tevî ku Tirkiyê li ser wê israr dike.

Li gorî daxuyaniya Koşka Sipî ku, serokê Emerîkî, Barak Obama dibîne ku çêkirina devereke aram li Sûriyê ne lêhatiya, û Waşinton dibîne ku Mosko dikare fişarê li ser rêjîma Sûriyê bike da bi agirbestê pabend bibe.

Hêjayî gotinê ye ku, hikûmeta Tirkiyê doza devereke  aram li bakurê Sûriyê dike, ji herêma ji Cerablusê ta bi gundewarê bakurê Helebê, û ew dever di bin kontrola rêxistina DAIŞê de ye.