Print this page

Rûsya:'Li Sûriyeyê herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte ji %90î!

21:52:36

 

Rojava News: Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê diyar kir ku li Sûriyeyê yên Şam, Hûms û li Helebê 3 herêman peymana agirbestê hat îmzekirin.

Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê diyar kir ku li Sûriyeyê yÊn Şam, Hûms û li Helebê 3 herêman peymana agirbestê hat îmzekirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di malpera xwe ya înternetê de ragihand ku di nava 24 saetên dawî de Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê li Şam, Hûms û li Helebê bi nûnerên 3 herêman re peymana agirbestê hat îmzekirin û hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 90î.

Navenda di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku piraniya herêmên ku tevlî peymanê bûne rîayetî agirbestê dikin, lê tevahiya wan li herêma Lezqiyeyê 10 caran agirbest hat îxlalkirin.

Li gorî daxuyaniyê, milîtanên ku xwe mixalif dibinin ên rêxistina Ehrar ûş-Şamê li gundê Karacagoz û Şmaysa bi top û hawanan êrişî çeperÊn artêşa hikumetê kirin. Her wiha her yek sê top û hawan li gundê Kermel û Akç Bayirê ketin û 2 top jî li gundê Ard El Batayê ketin.