3:54:30 PM
RojavaNews: Hevrêzkarê giştî yêDesteya bilind ya danûstendinan Riyad Hicab, diyar kir ku danûsitendinên Cinêvê yên ji bo Sûriyê gihan rêyeke girtî, bi sedema serhişkiya Rêjîma Esed, û redkirina gengeşekirina Desteya Desthilatdar ya veguhêz, ya ku di daxuyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 de hatiye.
Hicab berî gotûbêjên Berlînê di gel wezîrên derve yê Elmanî û Firensî got:“ em tucarî kêşeya desthilateke berfireh an veguhêz li gora Rêjîma Esed dibêje napejirînin.
Tekez kir ku çi çareseriya siyasî bi hebûna Esed re li Sûriyê nîn e, divê pabendî bi biryarên navdewletî hebe, bi damezirandina Desteya Desthilatdara veguhêz bi hemû karûbarên cîbicîkirinê ku cihê Esed û hevalbendên wî ,yên ku destên wan bi xwîna miletê Sûriyê bûne, tê de tune be.
Hicab daxwaz kir ku li hemû aliyên Sûriyê agirbest pêk bê, û ne tenê bi peymanên demkî li hin derveran wek ku nuha dibe.
Opozisyon destpêşxeriyeke nû dixwaze planeke demdiyar ji bo veguhêza siyasî bêyî hebûna Esed û simbolên rêjîma wî.