Print this page

Bereya Nûsra dest danî ser bajarokekî Sûriyê!

21:21:46

 

Rojava News: Hêzên bereya Nûsra yê ku ser bi rêxistina terorîst a El Qaîde ye, bi temamî dest danî ser bajarokekî stratejîk ê li ser sînorê bajarê Helebê.

 

Li gor zanyariyên ajansên cîhanî, ku çavkaniya vê xwe ji nav Sûriyê ye, îro 06.05.2016 piştî şerekî giran ê di navbera bereya Nûsra û hêzên rejîma Sûriyê pêkhatin, bajarokê Xan Toman ketiye dest çekdarên bereya Nûsra yê .

 

Di vê derbarê kanala Skynews diyar kir rewangeha mafê mirovan a Sûriyê belav kiriye ku, bajarokê Xan Toman giringiyekî xwe yê stratejîk ê mezin heye, ji ber ku dikeve ser rêya serekî ya di navber bajarên Heleb û Şamê.

 

Li gor zanyariyên bi dest ketine, di encama vî şerî de gelek hemwelatiyên sivîl û bê tewan jiyana xwe ji dest dane û ji her du aliyan jî gelek çekdar hatine kuştin.

Çeteyên Cebhet El-Nusra û komên hevkarên wan, parçeyek ji gundê Xan Toman û hin deverên derdora wê ji hêzên rejîmê girtin. Di pevçûnan de ji herdu aliyan 73 kes mirin.