Print this page

Girtiyên Hemayê Rûbirûyî Qirkirinê Dibin

10:30:48 PM

RojavaNews:Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şowreş û Rikberiya  Sûriyê, dîsa hişyarî der barê pêkanîna hêzên rêjîmê ji kuştarekê di derheqê bi sedan Girtiyên Zindana Navendî ya Hemayê de da. û daxwaza standina rêşûnên ku nehêlin ev kuştar pêk bên ji Civaka Navdewletî kir  .

Endamê Desteya siyasî ya Hevbendiyê Teysîr Elûş got, ku bi sedan Girtî rûbirûyî metirsiya kuştareke rastî dibin, û Em bawer in ko Hêzin di civaka navdewletî de hene, dikarin nehêlin ev kuştar çêbibe, em bangê li wan dikin ku bi lez bilivin û jiyana ewan Girtiyan rizgar bikin.

Elûş tekez kir, ku giring e Encûmena Ewlekariyê û Rêkxistinên Navdewletî û bi taybetî Xaça Sor, bi rastî bilivin, da ku bi hezaran Girtiyên ramyarî ji jêrzemînên rêjîma Esed rizgar bikin, her weha got:Pirbûna biryaran bê cîbicîkirina wan, rastiya Encûmena Ewlekariyê û karûbarên wê yên bingehîn di parastina ewlekariya cîhanê û mafê mirovan de têk dibe.

Û ev yek tê piştî ku Hêzên Esed doh hewldaneke nû kirin, da ku têkevin avahiyên zindana Hemayê ya Navendî, piştî ko roja înê dergehê wê yê derve kontrol kiribûn, û cihê xwarinê standibûn, û evê yekê gefa  birîna xwarinê ji ser girtiyan çêkir, ku ev roja pênca ye di zindanê de mane asêkirin  .

û agir  bi avahiyên zindanê ket bi encama avêtina  hêzên Esed ji bombeyan re, ko destpêkê bombeyên gazî avêtibûn bo wan avahiyan, yên ku Girtiyan tê de mangirtin dikirin, û di encamê de hinek ji wan hatin xendiqandin .

Hêzên Esed fîşek û bombeyên hêsirbarînê di operasiyona êrîşkirinê de bikar anî, evê yekê jî gelek tirs di nav Girtiyan de çê kir

.Jêder: Hevbendî