11:34:43
Rojava News: Tevî ragihandina agirbesta şer li gel hikûmeta Sûriyê, lê li Xuteya Rojhilat şer û pevçûn di navbera komên çekdarî yên dijbereya Sûriyê de berdewam dike.
Serê vê sibehê, koma Ceyş el Îslam û koma Feyleq Elrehman û Ceyş Elfistat li herdû bajarokên Misraba û Medîra li Xuteya rojhilat pev çûn û di encamê de Ceyş el îslam dest danî ser herdû bajarokan.
Li gora agahiyên taybet ên rûdawê ji Xuteya Rojhilat, di encama şer û pevçûnan de, bi dehan kuştî û birîndar hene û çekên giran hatin bikaranîn.
Ceyş el Îslam, koma herî mezin li Xuteya Rojhilat e û gelek bajarok di destê wê de ne û navenda parêzgeya gundewarên Şamê bajarê Dûma di bin kontrola wê komê de ye.
Herwiha navçeya navîn a Xuteya Rojhilat di bin kontrola Feyleq Elrehman û Ceyş Elfistat de ye.