6:46:37 PM
RojavaNews: Şandek ji Desteya Bilind ya danûstandinan bi serokatiya hevrêzkarê giştî Riyad Hicab li Parîsê li civîneke “hevalbendên Sûriyê” li ser asta wezîran îro duşembê li ser vexwendina Firensa amade dibe.
Civîn ji wezîrên derve yên Firensa, Qeter, Îmarat, Urdun û Tirkiyê pêk tê.
Herwiha dê di wê civînê de Wezîrên Derva yê Birîtaniya , Almaniya û Îtaliya amedebibin û guftûgoyan li ser rewşa Sûriyê û pêşhateyên dawî ji danustandinên di navbera Rêjîm û Opozisyonê de bikin.
Wezîra karûbarê derve û ewlekariya Yekîtiya Ewropî Fîdîrîka Mogîrînî li gora daxuyaniyeke rojnamevanî ku îro ji Yekîtiya Ewropî derçûye dê beşdar bibe.