Print this page

HRW: Leşkerên tirk xelkê Sûrî di sînoran de dikuje!

Rojava News: Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch-HRW) di derbarê kiryarê artêşa Tirkiyê li ser sînoran raportek belavkir û têde dibêje; “Leşkerên tirk penaberên Suriyeyê yên dixwazin derbasî Tirkiyeyê bibin, gulebaran kirine, li hemberî wan şîdet bikar aniye û di encamê de jî mirin û birîndarbûn çêbûye.”

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) di derbarê heman mijarê de bi gelek kesên Sûrî têkildarî yê rastî kiryaran hatine hevdîtin pêk anîn.  Û encam wekî raportekî belavkie.

Li gorî van hevdîtinan di mehên adar û nîsanê de leşkerên tirk ên li ser sînorê Suriyeyê, li hemberî penaberên Suriyeyê û kaçaxçiyan şîdet bikar aniye. Di encama vê şîdetê de jî yek ji wan zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 14 jî bi giranî birîndar bûne.

Lêkolînerê penaberiyê yê HRW’ê Gerry Simpson, derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Rayedarên payebilind û saziyên fermî yên Tirkiyeyê îdîa dikin ku ew penaberên Suriyeyê hembêz dikin û sînorên xwe ji wan re vedikin, lê leşkerên ku li ser sînor erkdar in, li penaberan dixin û wan dikujin. Gulebarankirina jin, zilam û zarokên ku ji ber şer û pevçûnan direvin, bi rastî jî rewşeke erjeng e.”

 

Di dîmenên ku hatine belavkirin de jî, cih dane nêrînê paneberan.