3:22:54 PM
RojavaNews: Endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê û desteya bilind ya danûstandinan Corc Sebra, tekez kir," ku Şanda Desteyê bêyî komîteyên çavdêriyê avanebin, da ku kesên agirbestê binpê dikin bên sizakirin, herwiha bêyî temamkirina doseya mirovahî, û bi taybetî cîbecîkirina bendên 12û 13û 14 ji biryara Encûmena Ewlekariyê venagere danûstandinan ".
Herwiha Sebra tekez kir, ku daxwaz ewe" danîna ecindeyên zelal ku gavên veguhestina siyasî bidin nîşankirin, ya ku çênabe dûrî desteya desthiladariya veguhêz be, lê bi mercê ku Dîmestora demek diyarkirî ji wan ecindeyan re deyne".
Sebera weha jî got:"me ji kesên ku di civînê de hazir bibûn re, rastiyên zelal wek ku li ser erdê dibin diyar kirin, û me tekez kir ku daxuyanî û biryar bê cîbecîkirina wan bê sûde ne, û divê Karin piratîk yên ku garantiya mana agirbestê bikin li ser erdê bibn.