3:02:06 PM
RojavaNews: balafirên rêjîma Esed xaleke tenduristî li gundewarê bajêrê Idlibê topbaran kirin, ku di encam de welatiyek hate kuştin û 8ê din birîndar ketin, û balafirên şer malên welatiyên sivîl li "Dewaret Mi'era El-Misirîn" bi rokêtên feraxî topbaran kirin, ku di encam de kuştî û birîndar ketin di nava wan zarok hebûn.
Encumena Asayişa Navdewletî di daxuyaniyekê de, ku ji aliyê Serokê Encumenê ve roja Pênşemê hatibû xwendin "nerazîbûna xwe anî ziman derbarê hemû êrîşên dawî yên li dijî sivîlan ,û armancên sivîl li Sûriyê, di nav de xalên tenduristî, û êrîşên bê serûber", û "tekez kir ku dibe ev kiryar bibin tawanên şer".
Daxuyaniyê lêzêde kir ku "Endamên Encumenê xema xwe anîn ziman derbarê binpêkirina rêkeftina rawestandina şer ya ku Encumenê biryar li ser da bû li gor biryara 2268 ."
Ji aliyê xwe ve endamê Hevpeymaniy Niştîmanî ya Sûriyê û endamê Desteya Bilind ya Danûstandinan Corc Sebra di lêdwaneke berê de tekez kir, ku Şanda Desteyê" venagere giftûgoyan, eger hin komîte neyên avakirin ji bo çavdêriyê, û kesê ku agirbestê binpê bike ceza bike, û heta ku faylê mirovî, û bi taybetî cîbicîkirina bendên 12,13 û 14 ji biryara Encumena Ewlekariyê bi cih neyên em venagerin."