3:08:42 PM
RojavaNews: Xaça Sora ya Navdewletî qedexekirina rêjîma Esed ji derbasbûna karwaneke alîkariyên mirovî ji bajarê Dareya yê dorpêçkirî re şermezar kir.
Di daxuyanikê de got ku roja pêncşemê rê li pêşiya derbasbûna karwanekî alîkariyan bo derbasbûna li nav bajêr yê di keve li gundewarê Şamê hat girtin, ku pêwîstibû bête derbaskirin ji ber ku karmendên NY û heyva sora Sûrî li gel wê bûn.
Xaça sor got ku biryara qedexekirinê hat standin tevî ku wê ruxseta derbaskirinê ji hemû aliyan wergirtibû, ji bona derbaskirina karwanên mirovî bo yekemîn car ji bona Dareya ya dorpêçkirî her ji sala 2012, û Xaça sor dît ku ev yek tiştek gelekî xirab e ji ber ku karwan ji şîrê zarokan û ji kelupelên qutabxaneyan pêk dihat.
Herwiha tekez kir ku xelkê Dareya pêwîstiya wan bi her tiştî heye, ku ji sê sal û nîvan ve li bajêr şer e, û ligor daxuyaniya Xaça Sor ku rewşa Dareya gelekî pîs û xirab e.