4:34:47 PM
RojavaNews: Balafirên şer ên Hevpeymaniya Navwelatî îro Şemiyê hejmarek ji êrîşên asmanî li ser pêgihên rêxistina DAIŞê li gundewarê bakurê Helebê pêk anîn.
li gor agahiyên hatine bi dest xistin,ku balafirên Hevpeymaniyê xalên DAIŞê li bajarokên Soran Izaz, Im Hoş û Hûr El-Nehir armanc kirin, û gelek çekdarên wê hatin kuştin li gel rûxandina hejmarek ji alavên şer ên rêxistinê.
her li gor wan agahyan ku, çekdarên DAIŞê li ser zemînê dikarîbûn bi pêş ve biçin, û gundê Fêzeriyê kontrol kirin.