Print this page

Elzu’bî: Rûsya Li gor Pirinsîba “Esed Heta Heta An Jî Dê Miletê Sûrî Bête Kuştin”

5:31:31 PM

RojavaNews: Serokê Şanda danûstandinan ya Cinêvê Emîd Esed Elzu’bî tekez kir, ku Opozisyon Sûriyê li ser çareseriya siyasî bê Esed tê de be û dibîne “ev çêtir e ji bo rawestandina tundiyê û sivikbûna derdê miletê Sûrî”.

Elzu’bî got: “rêjîma Esed ji bilî çareseriya leşkerî qebûl nake û Rûsiya piştgiriya wî dike, da berjewendiyên xwe misoger bike, û Sûriyê kontrol bike, û her wiha Îran û Hizbullaha tirorist”, herwiha Elzu’bî got ku : “ji bo çareseriya siyasî hêj em destê xwe ji bo cîhanê dirêj dikin”.

Elzu’bî got: “Rûsya bawer e bi pirinsîba Esed heta heta an jî dê Miletê Sûrî bête kuştin û ew li gora evê pirinsîbê kar dike, û ev diyar dike ku Esed ji hêla miletê Sûriyê ve nayê pejirandin” pirsiyar dike:”çawa Rûsya di çi kongirî de wek yê Cinêvê an yê Parîsê dadwer be û li ser danûstandinan biaxive û ew bingeha astengkirina çareseriya siyasî ye û ew çareseriya leşkerî dişopîne û jê re kar dike? ”

Elzu’bî rola Şanderê navdewletî Stîvan Dî Mistora di danûstandinan de rexne kir pesnê wî bi:“hêsankirinê mijaran da, û dibe ku ew biryara li vandina çentê wî jî pê re nîn e û li biryarên Emerîka û Rûsya guhdar dike û li biryarên din û ne li dengê wijdan guhdarî nake, lê belê berjewendiyên navnetewî û mezin cîbicî dike.”

Bêtir got: “Em çareseriyeke siyasî bêyî Esed dixwazin û ji vir rola Dî Mistora dest pê dike eger çareseriyeke siyasî ya rastî dixwaze gerek biryara navnetewî 2118 derxe ser hemû mijaran ya ko damezirandina Desteya Desthilatdara veguhêz bi hemû karûbarên cîbicîkirinê garantî dike, û ev Dî Mistora li ser nepeyivî  û eger bipeyive dibêje: Rêjîm desthilatekê dixwaze û ev derbirrîna berfirehiyeke mezin di navbera Rêjîmê û Şoreşa Sûriyê dike ji ber vê yekê ez bawer nakim ko karîna berdewam kirina danûstandinan hebe.