10:44:26
Rojava News: Li Xûteya Rojhilat 24 hêzên çekdar destpêşxeriyeke agirbestê ragihand.
24 hêzên çekdar li Xûteya Rojhilat a Şamê destpêşxeriyek ji 10 xalan ragihand, ku tê de daxwaza agirbestê dikin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku pêwîst e agirbest cîbicî bibe û karên çekdarî yê navxweyî rawestin û rê ji bo gihandina alîkariyan vebin, herwiha dorpêç were rakirin.
Di heman çaçoveyê de, daxuyaniyê tekezî li ser wê yekê kir ku çekdar berê xwe bidin bereyên şer li dijî hêzên hikûmketa Sûriyê.
Destpêşxeriyê diyar kir ku hemû hêzên leşkerî garantiya wê yekê didin ku ti alî mafekî xwe bi zor û hêzê ji aliyên din nestîne, bi taybetî di navbera “Ceyşul Islam” û “Feylequl Rehman” de, ku şer di navbera wan de giran bibû.
Hevdem destpêşxeriyê daxwaza rawestandina êrişên ragihandinê kir. Eger ew êriş ji kîjan aliyî ve bin. Herwiha daxwaza dirustkirina komîteyeke çavdêriya agirbestê kir, ligel serbestberdana girtiyan ji herdu aliyên navbûrî.
Di xala dawiyê de eşkere dike ku çi hêz bendên vê destpêşxeriyê binpê bike, dê hemû hêzên din li dijî wê rawestin û wê di warên abarî, siyasî, leşkerî û ragihandinê de şerê wê bibe.
Daxuyaniya hêzên çekdar nîşan bi wê yekê da ku pêwîst e di dema 24 demjimêran de hemû hêz û alî pabendiyê bi destpêşxeriyê bikin.
Ji hêzên sereke yên li ser daxuyaniya destpêşxeriyê îmze kirin:
Feylequl Şam, Elcebhetul Şamiye, Ceyşul Yermûk, Firqeya Sultan Murad, Ketayib Ensarul Şam, Ceyşul Tehrîr û çend hêzên din.
Tê zanîn ku berdewam nakokî, şer û pevçûn di navbera hêzên dijbereyê de li Xûteya Rojhilat a Şamê derdikevin. Her li gorî ragihandina wan, van hêzan xwe bi xwe ziyanên mezin gihandine hev, lê sivîl jî di nav agirê wan de dibine qurbanî û baca nakokiyên van hêzan didin.