11:41:18
Rojava News: Li Sûriyê di heyama pênc salan de 60 hezar girtî di bin êşkenceyê de, li girtîgehên wî welatî canê xwe ji dest dane.
Derbarê vê mijarê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ji çavkaniyên di nava dezgehên ewlehiya rejîma Sûriyê dan zanîn ku, ji Adara 2011 ve heta niha 60 hezar girtî di girtîgehên rejîma Sûriyê de, dibin êşkenceyê de hatine kuştin, taybet girtîgeha Sêdnaya ku, mezintirîn girtîgeha Sûriyê tê nas kirin.
Rewangehê da zanîn ku, ji bilî kuştina wan girtiyan di bin êşkenceyê de, girtî ji nebûna nav û avê canê xwe ji dest didan. Li gor Rewangehê, ji wan 60 hezar girtiyan belgeya kuştina 14 hezar û 456 girtî li cem wan tomarkir ne, di nav wan de jî 110 zarok hene.
Ji aliyê xwe ve Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman aşkere kir ku, rejîma Sûriyê di heyama pênc salan de, 500 hezar kes girtine, hinek ji wan berdan, hin jî hatin kuştin, da zanîn ku, heta niha 200 hezar girtî di girtîgehên Sûriyê de mane.
Tê zanên ku, pirsa girtiyan yek ji babetên danûstandinên kongreya Cenêvê bû. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî ji encama şerê li Sûriyê heta niha 270 hezar kes hatine kuştin.