Print this page

Heleb: Balafirên Hevpeymana navwelatî komkujiyek pêkanî!

12:14:40

 

Rojava News: Balafirên şêr yên hevpeymana navwelatî di demeke dereng de ji şeva borî înê, li gundê Erşaf yê gundewarê bakûr’e Helebê komkujiyek pêk anîn û di encam de malbatek bi temamî ji deh kesan jiyana xwe ji dest dan, ji wan 4 kes zarokin.

Li gorî Ajansa Qasion ya S'urî; Balafirên hevpeymanê avahiyên sivîl ji gundê Erşaf yê bi ser navçeya Exterîn de, li gundewarê Helebê topbaran kirin, û di encam de malbatek tunne bû.

Hevpeymaniya navwelatî ji hêla xwe ve encamên topbarana xwe bi ser gundê di bin destê DAİŞê de diyar nekirine.