Print this page

Hevpeymaniyê Destdirêjiyên li ser koçberên li deverên berava Sûriyê dijîn şermezar kir

4:32:25 PM

RojavaNews: Hevpeymaniya  Niştimanî  ya opozisyona Sûriyê hişiyarî da li ser metirsiyên cidî yên gefxwarinê li dijî xelkê sivîl û koçber yên li deverên berava Sûriyê dijîn, ku rêjîma Esed desthilata xwe bi zebr û darê zorê li ser wan disepîne bi tirsandin û terorê.

Herwiha di daxuyaniyeka Hevbendiyê kiryarên hin girûpên serberedayî yên alîgirên rêjîmê ku duhî bi kiryarên destdirêjiyê bi awayên cor bi cor li dijî koçber û derbideran rabûn şermezar kir, ku destdirêjiyek bi gulebaran ya li dijî awareyên kampa Elkerenk hat encamdan.

Hevpeymaniya Niştimanî tekez kir, ku her binpêkirineke li ser mafên xelkê Sûriyê û li çi cihekî be şermezar dike, û hevdem tawanên rêxistina "DAÎŞ" red û şermezar dike, herwiha redkirina xwe ji her hewleke rêjîmê re di pêkanîna tawanên zêdetir li bin navê DAIŞê tekez kir.

Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de balkişand ku ev sînaryioyên teror û tolvedan û terora dijber, ew e bingeha ku rêxistinên terorîst û terora dewletan li ser dijîn, ku ew yek ji şêwaziyên wan yên tawankariyê ye ku bi rêka wê hewla tirsandin û kontrolkirina sivîlan didin, ji bo sivîlan bêhtir bêxin di dava xwe de û wan bi tewînin.