Print this page

Malîzya pêşwaziya 68 penaberên Sûriyê dike

1:58:13 PM

RojavaNews: Hikûmeta Malîzyayê îro Şemiyê pêşwaziya 68 penaberên Sûriyê kir, 31 ji wan zarok in, û ev nifşê yekemîn e ji 3ê hezar penaberên ku dê bighine wî welatî.

Cîgirê serokwezîrê Malîzî Zahid Himêdî rgihand ku, ew penaberên bi rêya balafiran gihîştine welatê wî dê bikarîbin kar bikin û dê zarok bo dibistanan bêtin şandin.

Himêdî ji rojnamegeriyê re got ku, dê Malîzya pêşwaziya 3ê hezar penaberên Sûrî bike, dê 200 ji wan di mehên bê de bigihîjin û dê hikûmet alîkariyên darayî ji wan re pêşkêş bike, herweha dê xanî û cigehan ji wan re peyda bike bi alîkariya hin rêxistinên mirovane.

Hêjayî gotinê ye ku, di meha Berfanbara bihurî de, 11e penaberên Sûrî ji Libnanê gihîştin Malîzyayê, tevî ku ew welat ti peyman libarê penaberan ligel NYê îmze nekirine, lewra ti yasayên parastina mafên penaberan li cem wan tun ne û ji mafê penaberan e ku li wir kar bikin.