3:53:16 PM
RojavaNews: Hate ragihandin ku Cebhet El-Nusra amadekariya radestkirina rojnamevanê Sînê, Yasûda Jombî bo rêxistina DAIŞê dike, ew jî di çarçuva lihevkirinekê de bo veguhestina dîlgirtiyan di navbera herdu aliyan de.
Li gorî jêderekî nediyar ku, El-Nusra ji 7 mehan ve hewl dide da bihêle Sîn li ser maseyê li gel wê rûnin û giftûgoyan bo serbestberdana Jombî bikin, lê ti bersiv ji hêla hikûmeta Japonî negihîşte wê, lewra serkirdeyên El-Nusra bi nêt in ku wî radestî rêxistina DAIŞê bikin beramberî serbestberdana hin dîlgirtiyên wê li cem rêxistinê.
Hêjayî gotinê ye ku, El-Nusra beriya 2 rojan wêneyên rojnamevanê Japonî li ser înternêtê belav kir, tê de Jombî rahijtiye tabloyekê bi zimanê Sînê li ser nivîsandiye "ji kerema xwe ve alîkariya min bikin, ev derfeta dawî ye, Yasûda Jombî".