Print this page

Dijberiya Sûriyê ji bo guhertinan dest bi civînan dike!

12:31:09

 

Rojava News: Piştî pêşhateyên nû li meydana siyasî û leşkerî, Dijberiya Sûriyê berê xwe daye hinek guhertinan.

 

Di vê çarçoveyê de, diyar bû ku destjikarkişandina Mihemed Ellûş hinek tevgerên nû ji aliyê dijbereya Sûriyê ve eşkere kirin.

 

Mebest ji van tevgeran, weke ragihandina dijbereyê, ew e ku pêşketin têkeve karê dijberiyê.

 

Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandinan Salim Elmislit amaje bi wê yekê da ku Desteya Bilind wê di hundirê 10 rojan de bicive. Herwiha da zanîn ku  mebest jê ew e guhertin di pêkhateya Desteya Bilind de were kirin.

 

Ji aliyekî din ve Berdevkê Fermî yê Desteya Bilind a Danûstandinan Munzir Mazûs behsa berfirehkirina desteyê kir ku hinek aliyên din li xwe bigire, bi taybetî herdu şandeyên Moskow û Qahîreyê.

 

Hevdem Serokê Şandeya Danûstandinan Eshed Elzuhbî diyar kir ku Desteya Bilind ketiye jêr guşareke mezin ji bo guhertina prensîpên çareya siyasî.

 

Li ser heman mijarê dijberiyê diyar kiriye ku ewê sûdê ji dîplomat û pisporan werbigire.