Print this page

Helep: hedefên DAIŞê hatin topbarankirin:14 kuştî!

Rojava News: Hat ragihandin ku balafirên şer ên hêza koalisyona hevpeyman li dijî çeperên DAIŞê operasyoneke hewayî pêk anîn û di encamê de 14 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.

Hat ragihandin ku balafirên şer ên hêza koalisyona hevpeyman li dijî çeperên DAIŞê operasyoneke hewayî pêk anîn û di encamê de 14 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.

Hat ragihandin ku balafirên şer ên hêza koalisyona hevpeyman û obusên Firtina yên Tirkiyeyê li dijî çeperên DAIŞê operasyoneke hewayî û topbaran pêk anîn û di encamê de 14 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin. Li gorî îdiayan rêxistina terorîst li bakurê Helebê amadehiyên êrişa Tirkiyeyê dikir.

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê duhî li Sûriyeyê hinek hêmanên rêxistina terorîst a DAIŞê ku amadehiya êrişa Tirkiyeyê dikirin hatin tespîtkirin.

Li ser vê hedefên li bakurê Helebê di çarçoveya mukabeleye bi obusên Firtina û bi moşekên pirlûle hatin topbarankirin, ji aliyê din ve balafirên şer ên koalisyona hevpeyman jî operasyoneke hewayî li herêma Kafer Kalbaynê pêk anîn.

Di encama operasyona hewayî û topbaranê de li gorî zanyariyên pêşî 14 milîtanên terorîst hatin kuştin, 2 tank û 2 çeperê hawanan, baregehek û 3 wesayît hatin îmha kirin.