Print this page

HSD 23 gundan li rojhilatê Minbicê kontrol dike

11:14:33

 

Rojava News: Di operesyona rizgarkirina bajarê Minbicê li bakurê rojhilatê Helebê HSDê karî 23 gundan ji DAIŞê rizgar bike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, tenê 15 k.m dûrî bajarê Minbicê mane û heta niha 23 gund li başûr û başûrê rojhilatê Minbicê ji destê DAIŞê kontrol kirine.

Çekdarên DAIŞê şeva borî ji 15 gundên li ber çemê Feratê li rojhilata Minbicê bi hev re vekişiyan e, HSDê jî di pêşveçûnê de ye.

Duh, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi beşdariya şêwermendên Amerîkî û piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê dest pê kir.