Rojava News: Meclîsa Minbicê ya Leşkerî îro ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê ku ji sala 2014’an ketibû destê DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin. Operasyon ji du baskan ve hat destpêkirin hêzên girêdayî Meclîsa Leşkerî pêşve diçin.
Li gor nûçeyên belavbûne; baskê yekem yê operasyonê ji Bendava Tişrînê û baskê duyem jî ji Pira Qereqozakê hat destpêkirin. Di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de 4 komên leşkerî tevlî operasyonê dibin û hemû jî, ji şêniyên Minbicê pêk tên.
Fermandaran jî amadekariyên xwe yên dawî kirin û operasyon destpê kir. Piştre jî şervan pêl bi pêl ketin tevgerê û ber bi girên stratejîk ku li derdora gundê Mustefa Hemadê bûn ketin rê. Di demeke kurt de jî hemû girên li herêmê hatin rizgarkirin.
Yek ji Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şiyar Mihemed diyar kir ku giringiya vê hemleyê ew e ku wê bajarê Minbicê û gundewarên wê ji DAIŞ`ê werin rizgarkirin, her wiha gelê wê ji zilma çekdarên DAIŞ’ê xilas bibe.
Ji herdu baskan ve pêşketina şevranên Minbicê didome û heta niha li aliyê baskê yekemîn gelek girên stratejîk ku li ser herêmê serweriyê çêdikin hatin rizgarkirin û şervan 10 km pêş ve çûn.
Li aliyê baskê duyemîn jî gundên Halûl, Til Eriş û Sikawiyê ji aliyê şervanan ve hatin dorpêçkirin û şervan bi çekên giran gundan topbaran dikin.
Gundek hate rizgarkirin û Operesyon berdewam dike.