2:50:35 PM
RojavaNews: Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê, tevaya navçeyên parêzgeha Idlibê bi "Navçeyek bobelatê" ragihand, û ji damudezgehên hikûmeta demkî û dezgehên pêwendîdar, yên sivîl û leşkerî daxwaza amadekarî û terxankirina hemû bizav û şiyanan bo dabînkirina pêdawîstiyên barê tengaviya bo xelkê sivîl kir.
Herweha duhî Hevpeymaniya Niştimanî di daxuyaniyekê de rêxistinên mirovî û desteyên navnetewî û dewletên piştgiriya gelê sûriyê dikin, xistin di ber berpirsyaratiyên wan de li hember sivîlan, û daxwaza giringiya destêwerdanek bilez û awarte kir ji bona piştevanîkirina deste û dezgehên Sûriyê yên karan li ser qadê bikin, tevî piştgiriya artêşa azad , ji bona rizgarkirina sivîlan û raguhestina birîndaran û çûna bi hewara bi hezaran niştecî û koçberan ve, û bergirtina êrîşên li hember wan dibin.
Di daxuyaniya xwe de Hevpeymaniya Niştimanî daxwaza şermezarkirina destdirêjiya Rûsiya û tawankariyên rêjîmê, ji hemû aliyên bibandor di civaka navdewletî de kir, û herwiha daxwaza bikaranîna fişareke mezin li ser rêjîmê û hevalbendên wê kir, ji bona rawestandina destdirêjiya li ser Idlibê û tevaya Sûriyê, bi awayekî guncayî digel biryarên Encûmena Ewlekariyê re, û rê bête xweşkirin li pêş veguhestinek siyasî ligor tekesta daxuyaniya Jinêv 1.