Print this page

Hêzên rejima Sûriyê derbasî sînorê Reqayê bûn!

11:55:07

 

Rojava News: Di encamê şer û pevçûnên giran di navbera hêzên rejime û çekdarên DAİŞê de, cara yekemîne kû artêşa Sûriyê derbasî nav bajarê Raqayê bû.

 

Li gor ku Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan di wê derbarê de ragihandiye;  , Artêşa Sûriyê di encama êrîşeke mezin li ser çekdarên DAIŞê karî derbasî sînorên Parêzgeha Reqayê bibe.

 

Rewangehê da zanîn ku, ev çara yekemîne ji dema kontirolkirina DAIŞê ji wî bajarî re Hêza rejîma Sûriyê derbasî sînorê parêzgeha Reqayê dibe.

 

Lê ew pêşveçûnên Artêşa Sûriyê ji aliyê rejîma wî welatî ve heta niha nehatiye piştraskirin.