Print this page

NY: Dê alîkariyên mirovî derbasî navçeyên dorpêçkirî bibin

12:09:25

 

Rojava News: Ofîsa proseya mirovî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî de ragehand ku, rejîma Sûriyê razîbûna xwe li ser guhandina alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî ragehand.

Derbarê vê mijarê Ofîsa proseya mirovî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî de daxuyaniyek belav kir tê de wiha got:"Rejîma Sûriyê razîbûna xwe li ser gihandina alîkariyên mirovî ji navçeyên Kefir Betnê, Seqba, Hemoriyê, Cisrên, Zebedanê, Heresta rojhelat, Zemelka, Madaya, Fua û Kefriyê nîşan da.'

Berî niha rejîma Sûriyê razîbûna xwe ji derbaskirina alîkariyan bo navçeyên Doma Dareya ragehandibû ku, ew navçe ji sala 2012an ve ji aliyê rejîmê ve dorpêşkirîne.

Berî niha Neteweyên Yekbûyî bi rêya esmanî alîkariyên mirovî li ser bajarê Dêrazaorê avêtibûn.