12:44:37
Rojava News: ji ber şerê li bajarê Helebê û gundewarê wê di nava 24 saetan de 9 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan.
Balafirên şer ên rêjîma Sûriyeyê ji vê sibehî ve bi bermîlanên bombeyî êrîşî taxên Mesakin Henano û Benî Zêd ên bajarê Helebê kirin. Ji ber bombebaranê ziyanên madî gihiştin avahiyên sivîlan, lê derbarê ziyanên mirovî de tu agahî neketin dest.
Di encama êrîşên balafirên rejime bi ser deverê dibin kontrola îtîlafa Sûriyeyê de bi giştî 6 welatiyên sivîl ku zarok jî di nav de, jiyana xwe jidest dan û hin welatî jî birîndar bûn.
Herweha Komên çekdarî yê bi ser dijbereya Sûriyê jî taxên di bin kontrola hêzên rêjîmê de wekî El-Meydan, El-Meşarîqa, El-Hemdaniyê, Heleb El-Cedîdê, Meyselûn, El-Furqan û Seyf El-Dewlê topbaran kirin. Di encama vê topbaranê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan û 10 jî bi giranî birîndar bûn.