11:59:25
Rojava News: Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyariyê dide li ser egera penaaberbûna 216 hezar kesên din ji Sûriyê bi sedema şerê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) lidijî DAIŞê li Minbic û derdora wê.
Berdevkê Nivîsgeha Hemahingî ya Karûbarên Mirovî ya NY Jens Lerch amaje bi wê yekê kir ku, di çend rojên derbasbûyî de li Minbic û derdora wê bêhtir ji 33 hezar û 485 kes ji malên xwe derketine.
Jens Lerch amaje bi bi wê yekê jî kir ku, bi sedema operasyonên HSDê li dijî çekdarên DAIŞê jibo azad kirna Minbicê eger heye ku bêhtir ji 216 kesî koçber bibe.