12:21:37
Rojava News: Di êrişên rêxistinên terorîst a Ehrar-uş Şam û El Nûsra yên ser taxa Meydan û El Muhafazaya Helebê de 20 sivîl hatin kuştin û 40 jî birîndar bû.
Berpirsekî ji Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand ku terorîstên Ehrar-uş Şam û El Nûsra bi top û hawanan êrişî avahiyên îdarî û taxên sivîlan kirin. Di encama êrişan de gelek dezgehên sivîlan ku li devê avahiya danûstandinê hatibûn vedan rûxiyan, herî kêm 20 hemwelatî hatin kuştin û 40 jî birîndar bûn.
Li gorî berpirs, rêxistina El Nûsra hem di çarçoveya peymana agirbestê de û hem ji bo ku li herêmê bi muxalifên nerm re bi hev re dimînin rastî êrişên hewayî nayê, ev rêxistin ji nebûna êrişên hewayî sûd wergirt xwe da hev û ji nû ve dîsa depoyên xwe hemî tijî çek kirin.