4:55:01 PM
RojavaNews: Neteweyên Yekbûyî pilanekê ji bo cîbicîkirina operesyonên "Veguhestina Asmanî ji alîkariyan re" ji bo bajarê dareya li gundewarê şamê datîne, eger rêjîma Esed berdewam ma di nehiştina gihandina alîkariyên mirovî di riyên bejî re.
Hêzên rêjîma Esed di 12 maeha gulana bûrî de, nehişt alîkarî bigihêjin bajarê Dareya li Gundewarê Şamê, tevlî ku şandeya NY erêkirinên tên xwestin bidest xistibûn, û paş re kerwanekî alîkariyan di destpêka vê hezîranê de derbas bû, û heyberên xwarinê tê de tune bûn, piştî bûrîna sê sal û nîvan ji dorpêçkirinê, û rêvebirê ofîsa ragihandinê ya Encumana xwecihî ya bajarê Kerm Alşamî, got ku kemyonên alîkariyan derbasî Bajêr bûn, û "barê wan nîv anjî kêmî nîv barî bû", û "ew tiştên bi wan re ne pir pêwîst bûn".
NY got ku zarokin li bajarê Dareya ji nêza nexweş ketine û eger alîkarî ji derve negihêjin wan ew dê bimirin, her weha wezîzê karûbarê derve yê Birîtanî Fîlîp Hamond tekez kir ku berdana alîkariyan ji asiman bûye çareya dawî ji bo sivikkirina derdeseriya mirovahî li gelek deverên dorpêçkirî li Sûriyê, û piştî derbasbûna kerwanekî alîkariyan bo bajarê Dareya, ew derbasbûna ku Hamond dît ku Esed ew kar bi dilnexweşî kir, û tenê hişt ku hinek ji alîkariyan derbas bibin.
Herwiha berdevkê Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Stîvan Doxrîk duh Sêşembê di kongirekî rojnamevanî de li baregea rêxistina navdewletî li Niyoyorkê got:"Dareya yek ji çar deverên ku Netewên Yekbûyî ji bo wan yekşema bûrî pilaneke berdêl ji Rêjîmê re pêşkêş kir ji bo veguhestina xwarinê ji bo wan di riya pireke asîmanî re eger nehat erêkirin li ser gihandina wan di riya bejê re".