11:33:34
Rojava News: Di encama topbarana çekdarên rêxistina terorîstî El-Nusra yê bi ser taxa Helebê 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 50 yên din jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Navenda çavderî û Kordînekirina Agirbesta li Sûriyeyê; di encama topbarana çekdarên Cebhet El-Nusra bi ser bazara taxa Mîdan a Helebê 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 50 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan ziyanek mezin gihiştiye 20 avahiyên malên sivîlan.
Çekdarên Cebhet El-Nusra di nav wan 24 demjimêrên dawî de gelek bajarokên li parêzgehên Îdlib, Latkiyê, Hema, Şam û bajarê Derayê topbaran kirin.