Print this page

Rejîma Sûriyê razî bu: Ji bo 3 herêma alîkarî bê rêkirin!

13:08:12

 

Rojava News: Rejîma Sûriyê ji bo gihandina alîkariyên Neteweyên Yekbuyî NY bo 3ê navçeyan razî bu.

Derbarê rizamendiya rejîmê Sûriyê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî(NY) Stephane Dujarric daxuyaniyak belav kir, tê de tekez kir ku, Rejîma sûriyê qebûl kirye ku, alîkariyên mirivî derbasî her 3ê navçeyên Dûma, Dareya û Mezemiyê bibin.

Stephane Dujarric da zanîn ku, rejîma Sûriyê razîbûye ku, ji hejmara 17e navçeyan alîkarî derbasî 15e nevçayan bibin. Aşkere kir ku, ew her du navçeyên ku, li ser wan razî nebûye, taxa El-Weir a bajarê Himsê û bajarê Zebedanê ye.

Li gor NY 600 hezar kes li 19e deverên Sûriyê yên dorpêçkirî pêwîstiyan wan bi alîkariyên mirovî hene.