Print this page

McGurk : Şerê Li Sûriyê ji yê Iraqê zehmettir e!

12:25:19

 

Rojava News: Nûnerê Serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk ragihand, Minbic bo DAIŞê cihekî giring e û tê pêşbînîkirin, DAIŞ di nav Minbicê de şerekî dijwar bike.

Brett McGurk di twittekê de nivîsand: “Têkbirina DAIŞê li Sûriyê gelek ji ya li Iraqê zehmettir e, çimku Amerîka û hevpeymanên wê ti hevrêziyek bi Hikûmeta Esed re nîne.”

McGurk herwiha dibêje: “Minbic cihekî stratejîk e rêya gihîştina çekdarên DAIŞê bo Reqayê ye. Ji ber wê jî tê pêşbînîkirin ku DAIŞê şerekî giran li wê derê bike.”

McGurk tekez dike: “Şerê Reqayê dê zehmet be, lê hevpeymanan planek xurt danîne, herwiha Amerîka û hevpeymanên wê dê hwl bidin çekdarên hêzên erebî bo kontrolkirina Reqayê rêkbixin.”