Print this page

Balafirên Rûsî taxên Helebê topbaran kirin

Rojava News: Balafirên şer ê Rûsî bi tundî avahiyên taxa Selahidîn di bajarê Helebê de topbaran kirin, û di encamê de welatiyek sivîl hate kuştin, 17 kes jî birîndar ketin.

Herweha, balafirên Rûsî bi roketên valahî taxên (Ferdews, û Salihîn) di bajarê Helebê de topbaran kirin, û di encamê de hejmarek sivîl birîndar ketin, di derbarê kuştiyande jî tu agahî nehatine wergirtin.

Balafirên şer bi tundî bajarê Hirêtan û Devera Mellah li gundewarê Helebê yê bakur topbaran kirin, di heman dema ku pevçûn di nav Opzisyon û Hêzên Rêjîmê dijwar bû.

Li aliyeke din, balafirên şer ê Rûsî bi bombeyên Fosfore taxên bajarê Kefer Humere li gundewarê Helebê topbaran kirin,