Print this page

Opozisyona Sûriyê li Biroksilê civiya

1:54:49 PM

RojavaNews: Duh roja Duşemê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona  Sûriyê li paytexa Beljîka li Biroksilê, digel Desteya Hemahengiyê civiya, bi amadebûna Sekreterê  giştî yê têkiliyên derve yê Yekîtiya Ewropî "Alan lora", û amadebûyan tekezî li ser giringiya çareseriya siyasî û pirkirina hewl û bizavan di piroseya siyasî de kirin, ji bona bigehin çareseriyek siyasî ya dadmend têde dawî li bobilata Sûriyê bê, û daxwazên milet bêne dabînkirin.

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Enes Ele'bide diyar kir ku berdewamiya rêjîma Esed û Rûsiya li ser armanckirina sivîlan nîşana wê yekê ye ku pêvajoya gotubêjan gihiştiye riyeke girtî û ku têde hîç alî nikare bi ferzkirina rêkeftina agirbesta karên dijminkarî li ser rêjîmê û hevalbendên wê rabe.

Ele'bide bal kişand ku yek ji giringtirîn endamê civaka navdewletî yê çavdêr ji piroseya siyasî re (Rûsiya), bi xwe hevpar e di armanckirina sivîlan de, û got: hîç karvedanek navdewletî ya rasteqîn li ser binpêkirina biryara rawestandina Oparesyonên dijminkarî ji aliyê rêjîmê û hevalbendên wê nînin.

Ele'bide got ku pêwîst e Yekîtiya Ewropî bi parastina piroseya siyasî û rabe, û piştgiriya wê bike heta bigehe armanca xwe bo pêkanîna veguhestina siyasî û gihiştina çareseriyek siyasî ya dadperwer ku têde daxwazên gelê Sûriyê liberçav bêne girtin û bi mercê ku bête cêbicêkirin.

Herwiha dubare tekezî li ser giringiya rola Yekîtiya Ewropî kir ji bona rolek xwe ya giring hebe di piroseya siyasî de û ji bona pêşvebirina pêvahiya danustandinan, û bal kişand ku mana du yarîgeran bitenê (Rûsiya û Amerîka) wê encamên baş li pişt nebin û rûdanên di şeş heyvên bûrî de belge ne li ser vê yekê.